#Zindî | Vê hefteyê li Ewropa û Amerîkayê: Kurd, rastgiriya tund û sûcên bêceza

Agirbesta Îran-Amerîkayê piştî êrîşên li Tengava Hurmuzê hilweşiya. Trump ragihand ku operasyonên leşkerî wê berdewam bin û eger Îran venegere muzakereyan, wê li piran û santralan jî bixe. Îran jî li baregehên Amerîkî yên li Kuwêt, Bahreyn û Urdunê bersivand. Li gel van, îstîxbarata Îsraîlê plana kuştinê ya li ser Trump ji Amerîkayê re ragihand. Rabirdûya tarî ya Hollandayê ya bi komkujiya Helebçê re û mirina bi awayekî gumanbar a lîstikvanê Kurd yê ji Colemergê Murat Çiçek, li gel daxuyaniyên malbata wî, li ser rojevê ye. Herwiha nijadperestiya dijî Kurd û Êzidiyan di nav civakên koçber de jî tê nirxandin. Ji Spot Kurdî Sînan Tunçdemîr û Adem Özgür rojeva Amerîka û Ewropayê ya vê heftê dinirxînin.

Diğer Videolar