Li Hewlêrê peyamên yekîtiya kurdan, nêzîkbûna aliyên siyasî û nîqaşên li ser pêşeroja Kurdistanê ketin rojevê. Foruma MERI ya li Hewlêrê, bi beşdariya siyasetmedar, berpirs û nûnerên hêzên siyasî, bû cihê nîqaşên girîng li ser rewşa Kurdistanê, yekîtiya neteweyî û geşedanên herêmî. Di forumê de peyamên hevkarî û yekîtiya kurdan hatin dayîn. Lê rexneyên Baregeha Mesûd Barzanî li ser şêwaza temsîlkirinê û organîzekirina forumê jî bûn mijara nîqaşan. Ji aliyekî ve nêzîkbûna Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talabanî, têkiliyên di navbera PDK û YNKê de û hewldanên ji bo çareserkirina nakokiyên siyasî tên nirxandin. Ji aliyê din ve pêvajoya yekgirtina hêzên Pêşmerge û avakirina fermandehiyeke yekgirtî di rojeva Kurdistanê de cihê xwe digire.
Gelo ev nêzîkbûn dikare bibe destpêka serdemeke nû di siyaseta kurdî de? Yekgirtina Pêşmergeyan dê çawa pêk were? Çima Mesûd Barzanî Foruma MERI rexne kir? Di navbera peyamên yekîtiyê û nakokiyên siyasî de, Kurdistan ber bi kîjan alî ve diçe? İrfan Aktan di bernameya “Spot Kurdî” de van pirsan ji rojnamegerê Silêmaniyê Muhammed Kemal dipirse.



