Mehdî Zana: Di navbera şaredarî, zindan û sirgûnê de

Mehdî Zana çi li dû xwe hişt? Jiyana wî li ser têkoşîna Kurdan, zindana siyasî û lêgerîna azadiyê çi dibêje? Ji salên destpêkê yên siyaseta wî li Ferqînê heta şaredariya Amedê, ji darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê heta salên zindanê û sirgûnê, em li ser qonaxên jiyana wî û bandora wan li siyaseta Kurd disekinin. Cihê Mehdî Zana di kevneşopiya sosyalîst a Kurd de çi bû? Serpêhatiya şaredariya wî ji bo îro çi dibêje? Nifşê wî di navbera daxwazên neteweyî û ramana sosyalîst de çawa rêya xwe dît? Ji hewldanên, destkeftiyên û nakokiyên wê serdemê çi ders mane? Her wiha, rewşa niha ya Rojavayê çawa ye? Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Şam û Kurdan de gihîştiye çi astê? Pêvajoya li Tirkiyeyê di kîjan qonaxê de ye?

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Bayram Bozyel, di weşana Spot Kurdî de bersiva pirsên Adem Özgür dide.

Diğer Videolar