Yekbûna Pêşmergeyan çawa pêk hat? Senaryoyên pêşerojê

PAYLAŞ:

Roja 30ê Îlonê, piştî 12 salan, mîsyona Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi dawî bû. Hêzên dawî yên Amerîkayê û hevpeymanan ji Baregeha Hewlêrê derketin. Di 21ê Îlonê de jî yekbûna Pêşmergeyan hat ragihandin: Yekîneyên 70 û 80, ku bi dehan salan girêdayî YNK û PDKê bûn, di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de yek bûn.

Serokê PDKê Mesûd Barzanî di peyama xwe de got ku Pêşmerge amade ye û li hemberî her xetereyê hevrêziyeke baş bi Bexdayê re heye. Lê di heman demê de hişyarî da ku senaryoya 2014an dikare dubare bibe. Wî herwiha got ku eger peymana bi Çarçoveya Hevahengiyê re neyê bicihanîn, wateya mayîna PDKê di hikûmetê de namîne.

Gelo yekbûna Pêşmergeyan gaveke rastîn a yekîtiyê ye, an li gorî hesabên Washingtonê hatiye avêtin? Êrişên Îranê, çekên Heşda Şeibî, peymanên Tirkiye û Îraqê yên li ser Başîqa û Şengalê, û hevsengiyên nû yên herêmê dê çawa bandorê li Başûrê Kurdistanê bikin?

Adem Özgür di Spot Kurdî de van pirsan bi rojnameger û nivîskar Perwer Armed re nîqaş dike.

Diğer Videolar