Newroz Ahmed: Rojava têk neçû

Bi entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re, ciwanê Kurd Sipan Hiznî ku tevlî artêşa Sûriyeyê bûbû, di 11ê Îlonê de ji mala xwe ya li Hesekê hate revandin û kuştin. Ev bûyer bû sedema bilindbûna tengezariya di navbera Kurd û Ereban de. Li Rojava Kurdan serî hilda û li gelek deveran, di nav de Hesekê, Qamişlo û Kobanê, xwepêşandan hatin lidarxistin. Komek ciwanên Kobanî ku di dema xwepêşandanan de hatibûn destgîrkirin, ji bo protestokirina plana veguhestina wan bo Helebê, agir berdan bedenên xwe. Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Bingehên vê tengezariya li Rojava, di rastiyê de vedigerin pirsgirêkên di pêvajoya entegrasyonê de. Yek ji pirsgirêkên herî girîng jî ew e ku Şam bi temamî ji perspektîfa azadiya jinê ya li Rojava dûr e. Nitekim dema HSD di artêşê de hate entegrekirin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), ku di heman demê de yek ji pêkhateyên HSD’yê ye, li derveyî vê pêvajoyê hate hiştin. Baş e, gelo çawa gihîştin vê pêvajoya entegrasyonê û ji vir û pê ve pêvajo dikare ber bi ku ve biçe? Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed bersiva pirsên Îrfan Aktan ji Kooperatîfa Çapemeniyê ya Spot dide. Aktan di navbera 1 û 8ê Îlonê de li Rojava rêzek hevdîtin pêk anî…

Diğer Videolar