Pirtûkakurdî ku pirtûkên Kurdî û berhemên çandî difroşe, bêyî ku tu hêceteke berbiçav were nîşandan, ji aliyê Trendyolê ve hate girtin. Nêzîkî 1200-1300 berhemên wan, bi taybetî yên ku peyvên “Kurd”, “Kurdistan” û “Dîroka Kurdan” di nav de derbas dibin, bi awayekî sîstematîk hatine astengkirin û 48 pûan ceza dane firoşgehê. Tevî guhertina sernavan û derxistina peyvên Kurdî jî, pirtûkên wekî ya li ser jiyana Celal Talebanî ji aliyê algorîtmayê ve hatine redkirin. Ev nêzîkatî ne tenê li ser pirtûkan, lê li ser kûp, poster, tablo û berhemên bi Kurdî yên din jî tê meşandin. Xwediyê Pirtûkakurdî Bawer Berşev ji Spot Kurdi bersiva pirsên Adem Özgür dide.
