Di dema vegera malbatên koçber ên Serê Kaniyê de, niştecihên biyanî yên ku li wî bajarî hatibûn bicihkirin, êrişî karwanê koçberan kirin û zirar gihandin wesayîtên wan. Piştî vê bûyerê, li bajarê Qamişloyê xwepêşandanên mezin hatin lidarxistin. Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, êrişên li dijî malbatên koçber ên ku vedigeriyan Serê Kaniyê bi tundî şermezar kir. Li Rojavayê çi diqewime? Rewşa sîvîlan çawa ye? Vegera bajarên kurdî çima ewqas zehmet e? Pêvajoya entegrasyonê di çi astê de ye? Dîrektora Lêkolînan a Enstîtuya Aştiyê ya Kurdî, Meghan Bodette, ji Spot Kurdî bersiva pirsên Adem Özgür dide.
