#ZINDÎ | Şaredarî dikarin ji bo Kurdî çi bikin? Dogan Hatun bersiv dide

Hefteya borî li Amedê, Konferansa Zimanê Kurdî de derbarê fêrbûn, parastin û berfirehkirina zimanê Kurdî biryarên girîng hatin girtin.

Hin biryar wiha ne:

Hat biryarkirin hefteya 15 Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, her sal wek festîval were pîrozkirin û her du salan carekê Konferansa Zimanê Kurdî were lidarxistin.
Di nivîsandinên navxweyî yên saziyan de zimanê bingehîn Kurdî be; heke pêwîst bibe, wergera Tirkî jî lê were zêdekirin.

Armanc ew e ku xebatên folklorê bi hevkarîya şaredarîyan re bên sazîkirin û domdar werin kirin.
Hate dîyarkirin ku hemû sazî û dezgeh divê ji budceyên xwe beşek taybet ji bo xebatên zimanê Kurdî veqetînin.
Hat ragihandin ku xebat ji bo avakirina dibistaneke serhêl dê dest pê bike.
Hat biryar hatin ku navên sazî, dezgeh, kolan, rê û parkan bên Kurdîkirin.
Hate gotin ku Kurdî yek ji pîvanên bingehîn yên temsîla siyasî ye; ji ber vê yekê her kesê ku dixwaze Kurdan temsîl bike divê Kurdî hîn bibe.

Armanc ew e ku di şaredariyan de Serokatiyên Daîreyên Pêşxistin û Parastina Zimanê Kurdî, müdûriyet û yekîneyên têkildar werin avakirin; her weha di kreşan, navendên zarokan, odeyên lîstikê û baxçeyên zarokan de xebatên bi Kurdî bên berfirehkirin.

Ev bernameya berfireh dê çawa were bicîhanîn? Şaredarî û rêveberiyên herêmî dikarin di vî warî de çi bikin? Di serdema rêveberên qayyum da înîsiyatîfên bi zimanê Kurdî çawa hatin hilweşandin?
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Doğan Hatun pirsên Îrfan Aktan bersiv dide.

Diğer Videolar