Gabar Cholî, sînemakar û çalakvanê Kurd e. Li Amerîkayê ji aliyê ajanên ICE’ê ve hate girtin û di dema greva birçîbûnê de bi zorê hate dane xwarindin. Cholî tiştên ku hatin serê wî, siyaseta koçberiyê ya Amerîkayê, nijadperestiya li hember penaberan li welatên rojavayî, pêşketinên li Rojhilatê Kurdistanê û zextên li ser Kurdan şîrove dike. Adem Özgür vê hefteyê Spot Kurdî pêşkêş dike