Belgefîlma “Kî me Ez!” li ser jîyan û helbestên helbestvanê kurd ê mezin Cîgerxwîn e. Ev fîlm 20ê Hezîranê li Stokholmê hate nîşandan. Fîlm ji aliyê Bêje Productionê ve hatiye çêkirin. Di belgefîlmê de malbata Cîgerxwîn û hunermend Ciwan Haco cî digirin. Gelek nivîskar, helbestvan û hunermendên Kurd jî di şeva galayê de amade bûn. Cîgerxwîn kî ye? Ji bo edebiyata Kurdî çima ewqas girîng e? Wî jîyaneke çawa derbas kir? Derhênera belgefîlmê Esin Akgul, ji Spot Kurdî bersiva pirsên Adem Özgür dide.
