Siyaseta Tehranê ya li dijî kurdan: Îdam, êrîş û zindan
Desthilata Îranê di van mehên dawî de zext û êrîşên xwe li ser kurdan zêde kiriye. Li Rojhilatê Kurdistanê girtiyên siyasî yên kurd tên îdamkirin, çalakvan û rojnameger tên girtin û partî û hêzên kurdî li Başûrê Kurdistanê bi drone û moşekan tên armanc kirin. Piştî krîz û aloziyên navxweyî yên Îranê, rewşa siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê gihiştiye qonaxeke nû. Ma armanca Tehranê çi ye? Desthilata Îranê çima niha zexta xwe li ser kurdan zêde kiriye? Partî û rêxistinên kurdî li hember van êrîşan çawa disekinin? Her wiha em ê li ser rewşa siyasî ya Başûrê Kurdistanê, zextên Heşdî Şebî û pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê biaxivin. Rojnameger Bahman Hassan, ji Spot Kurdî bersiva pirsên Adem Özgür dide
