Mazlûm Ebdî: Kurd dibin hevparên damezrîner ên Sûriyeyê | #SpotKurdî Bi destpêkirina serdema Ehmed el-Şera li Sûriyeyê re, avahiya siyasî ya welêt û hevsengiyên hêzê ji nû ve tên avakirin. Di vê pergala nû de, yek ji mijarên herî krîtîk ew e ku Kurdên Rojavayê, yên ku bi salan saziyên xwe û kapasîteya xwe ya leşkerî ava kirine, dê çi rolê bigirin ser xwe. Entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de ji bo Kurdan tê çi wateyê? Ma dê destkeftiyên ku di salên şer de hatine bidestxistin bikaribin bên parastin? Hêviyên Kurdan ji destûra bingehîn a nû çi ne? Ew ê di ji nû ve avakirina Sûriyeyê de çi rolê bigirin ser xwe? Di serdema nû de rola Kurdan li Sûriyeyê dê çi be? Entegrasyona HSD’ê bi Şamê re, destkeftî û destûra bingehîn a nû ji bo Kurdan tên çi wateyê? Ev hevpeyvîna taybet xebateke hevpar a Spot Basin Kooperatifi û The Amargi ye.



