Kî dixwaze Kurdan bikişîne şerê Îranê?

Kî dixwaze Kurdan bikişîne şerê Îranê?

Şerê Îsraîl û Emrîkayê yê dijî Îranê ketiye meha duyemîn. Her çend bandora şerî li ser bazarên cîhanî girîng be jî, xetereyên li herêmê jî kûrtir dibin.

Emrîka û Îsraîl lêgerîna xwe ya hevalbendan didomînin da ku lêçûna şer kêm bikin. Di vê navberê de, êrişên bêbingeh li Başûrê Kurdistanê diqewimin.

Erîşên bi droneyan ên li ser ofîsa Nêçîrvan Barzanî û êrişên bi mûşekan li ser kampên Kurdan ên li Kurdistanê nerehetiyê diafirînin. Lê dîsa jî Kurd aram dimînin û ji ketina şer dûr in. Rojnamevan Muhammed Kemal bandorên şerê li dijî Îranê, li ser Kurdistanê û helwesta Kurdan, ji Spot Kurdî Îrfan Aktan re şîrove dike.

Diğer Videolar