Ji Şengalê heta Rojhilat: Kurdistan ber bi ku ve diçe?

Li çar parçeyên Kurdistanê gelek pêşketinên siyasî û civakî diqewimin. Li Şengalê, piştî peymana ku di navbera YBŞ/YJŞ û hikûmeta Îraqê de hatiye imzekirin, pêvajoya entegrasyonê dest pê kiriye. Lê li ser ewlehiya herêmê, rêveberiya sivîl û mafên Êzidiyan hîn gelek pirs hene. Li Rojava, malbatên Kurd ên ku dixwestin vegerin mal û zeviyên xwe, li Girê Spî rastî êrîşan hatin. Li Dêrikê jî pirsgirêka zeviyên ku di dema rejîma Baasê de hatibûn desteserkirin, dîsa derketiye holê. Li Başûrê Kurdistanê nakokiyên siyasî û pirsgirêkên aborî didomin. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê û nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd didomin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî zextên siyasî û ewlehiyê berdewam in. Ev pêşketin ji bo siyaseta Kurdî çi wate dikin?

Adem Özgür di bernameya Spot Kurdî de bi rojnamevan û nivîskar Ahmed Pelda re van mijaran dinirxîne.

Diğer Videolar