Îlham Ehmed: Gelê me li gel me ye

Pêvajoya entegrasyonê ya di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ji bo pêşeroja Kurdan çi tîne? Siyasetmedara Rojavayê Îlham Ehmed dibêje ku ev pêvajo nayê wê wateyê ku destkeftî bi dawî bûne: Kurd bi îradeya xwe û bi nasnameya xwe di saziyên dewletê de cih digirin. Lê hê gelek mijar li benda çareseriyê ne: Garantîkirina mafên Kurdan di destûra bingehîn a mayînde de, perwerdehiya bi Kurdî, azadiyên siyasî û cihê jinan di saziyan de. Ehmed tekez dike ku Kurdên Rojavayê ji bo Tirkiyeyê ne gef in û diyalog û cîrantî dikarin her du aliyan jî xurt bikin.

Îlham Ehmed di derbarê pêşeroja entegrasyonê, danûstandinên bi Şamê re û têkiliyên bi Tirkiyeyê re ji Spot Kurdî re axivî û bersiva pirsên Îrfan Aktan da.

Diğer Videolar