Cejna Zimanê Kurdî: Pirsgirikên weşangerîya kurdî çi ne?
15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Di vê rojê taybet de em bala xwe didin weşangerî û kovargeriya kurdî. Mêvanên me; xwediyê Weşanxaneya APEC’ê û berpirsê kovara Bîrnebûnê Ali Çiftçi û nivîskarê kovara Vate Seyîdxan Kurij in. Her du mêvanên me pirsgirêkên weşangeriya kurmancî û zazakî/kirmanckî vedikolin. Em bi firehî li ser astengiyên weşangeriya kurdî, pirsgirêkên standardbûnê, xeterên windabûna zimanê dayikê, tecrûbeyên wan ên weşangeriyê û pêşeroja her du zaraveyan diaxivin.
Vê heftê Spot Kurdî ji aliyê Adem Özgür ve tê pêşkêşkirin.
