Di girtîgeha Port Isabelê de pênc gardiyanan ew bi zorê digirtin û nedihiştin ku xwe bide aliyekî. Boriyek ji pozê wî derbasî qirika wî dikirin û heta zikê wî dibirin. Bi wê boriyê derman didan wî.
Gabar Cholî, sînemager, çalakvan û nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, piştî ku salên dirêj li Kanadayê jiyabû, di sala 2022an de çû Amerîkayê û li wir serî li penaberiyê da.
Li Amerîkayê, li hember şert û mercên xwe, dest bi greva birçîbûnê kir. Piştî vê protestoyê ew hate şandin bo Navenda Pêvajoyê ya Port Isabelê li Texasê (Port Isabel Service Processing Center).
Ev der zindan e.
Li wir, li gorî vegotina Cholî û belgeyên dadgehê yên ku The Guardian lêkolîn li ser wan kiriye, nêzî heşt mehan xwarin bi zorê dane wî. Lêkolîna rojnameyê jî nîşan dide ku ev ne tenê bûyereke takekesî bû.
Cholî li Kanadayê sînema xwend û çend kurtefîlm jî çêkiriye: “Min dixwest bi rêya sînemayê bibim dengê Kurdan. Min bi vê armancê çend kurtefîlm çêkirin.”
Wî Kanada terikand û çû Amerîkayê. Cholî dibêje ku sedema derketina wî gefên kuştinê bûn. The Guardian jî di rapora xwe de nivîsiye ku Cholî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî yên ji bo serxwebûna Kurdistanê li Kanadayê rastî gefên kuştinê hatibû û paşê çûbû Amerîkayê.
Di hevpeyvîna xwe ya bi Spot Kurdî de, Cholî qala pêvajoya xwe ya penaberiyê jî kir. Li Amerîkayê daxwaza penaberiyê ya wî nehat qebûlkirin. Lê desthilatdariyên Amerîkayê ew neşand welêt. Piştî demekê ew li Los Angelesê jiya.
Di 25ê Sibata 2025an de, dema ku ji bo kontroleke rutîn çû cem rayedarên koçberiyê, hate girtin.
Ji wê rojê ve, ji bo Cholî “penaberî” êdî tenê statuyeke qanûnî nebû. Ew bû girtin, tecrîd, gardiyan, dadgeh û di dawiyê de kontrola li ser bedenê wî.

“Navê min ji min hate standin”
Yek ji tiştên ku Cholî di vegotina xwe de vedigere ser, nav e.
“Dema ez hatim girtin, navê min hebû. Navê min ji min standin û hejmarek dan min.”
Ew vê yekê ne wek prosedureke îdarî, lê wek têkbirina nasname û mirovatiya xwe dibîne.
Ji bo ravekirina vê hestê, ew mînaka Cihûyên serdema Naziyan tîne ziman; dema ku li şûna navên wan hejmar dihatin bikaranîn:
“Bi vî awayî mirovatiya wan ji wan dihat standin. Navê min jî ji min standin û hejmarek dan min.”
ICE (U.S. Immigration and Customs Enforcement) saziyeke federal a Amerîkayê ye ku berpirsiyariya girtin û dersînorkirina gelek koçberên bê statûya qanûnî jê re ye. Lê girtina koçberiyê di qanûna Amerîkayê de bi bingehê xwe pêvajoyeke sivîl e, ne cezayeke sûcî ye. Ev cudahî girîng e: gelek kes ne ji ber sûcan, lê ji ber pirsgirêkên statû, penaberî yan pêvajoya dersînorkirinê têne girtin.
Cholî jî vê yekê bi hevokeke kurt vedibêje:
“Em di zindanê de bûn û tenê ‘sûcê’ me ew bû ku em penaber bûn.”
Zindan û qezenc
Di vegotina Cholî de mijareke din jî derdikeve pêş: taybetkirina girtîgehên koçberiyê.
Ew dibêje:
“Li Amerîkayê zindanên taybet hene. Kompanî van zindanan dimeşînin û bi dewletê re dixebitin. Ji bo wan hejmara kesên ku di zindanê de ne girîng e, ji ber ku ji vê yekê pere qezenc dikin.”
Port Isabel jî navendeke ICEyê ye ku li wir beşek ji karên ewlehiyê ji aliyê sektora taybet ve tên meşandin. The Guardian di lêkolîna xwe ya li ser xwarina bi zorê de jî balê dikişîne ser rola şîrketên taybet di van navendan de.
Ji bo Cholî, ev tê wateya ku penaber tenê nakevin nav sîstemeke kontrolê, lê dikarin bibin beşek ji aboriyeke ku hebûna wan di girtîgehê de dike çavkaniya qezencê.

Gava dengê wî nehat bihîstin
Cholî dibêje ku pêşî hewl da bi rêyên din dengê xwe bigihîne berpirsiyaran:
“Rewşa zindanê pir xirab bû. Bi me re pir xirab tevdigeriyan. Min gelek name nivîsîn, bi berpirsiyarên zindanê re axivîm, lê dengê min nehat bihîstin.”
Piştî vê yekê greva birçîbûnê hilbijart.
Ne wek armancek, lê wek rêyeke dawî.
“Bedenê min bû çepera min. Min bi bedenê xwe, ji bo mirovbûna xwe li ber xwe da.”
Cholî di 24ê Adara 2025an de dest bi greva birçîbûnê kiriye. Piştî demekê ji Kalîforniyayê hatiye veguhestin (Port Isabel, Texas). Hikûmeta Amerîkayê ji dadgehê destûr xwestiye da ku Cholî bi zorê were dermankirin.
Cholî ji Spot Kurdî re got ku piştî 15 rojan ji wî re gef hatiye kirin:
“Eger tu berdewam bikî, em ê te bişînin Guantanamo yan jî yek ji zindanên herî xirab ên Amerîkayê.”
Wî greva xwe neşikand.
Piştre ew hate şandin bo Port Isabelê.
Û tecrîdê destpêkir.
Beden wek qada kontrolê
Gardiyanan Cholî bi zorê digirt û karmendên tenduristiyê boriyeke nasogastrîk ji pozê wî derbasî qirik û zikê wî dikir. Cholî dibêje ku ev prosedur birîn li poz û qirika wî hiştiye û bandora wê ya derûnî jî giran bûye.
Ev pêvajo heta nêzî heşt mehan berdewam kiriye û dibe ku yek ji dirêjtirîn bûyerên belgekirî yên xwarina bi zorê di girtîgehên ICEyê de be.
Ev ne tenê Gabar Cholî bû.
Lêkolîneke din a The Guardian nîşan da ku piştî vegera Donald Trump bo Serokatiya Amerîkayê, ICE di herî kêm deh bûyeran de hewl daye ku li dijî kesên di greva birçîbûnê de prosedurên bijîşkî yên bi zorê bikar bîne. Di hin bûyeran de xwarina bi zorê hat kirin; di hinên din de kes berî destpêkirina prosedurê greva xwe rawestandin.
Li vir nakokiya bingehîn derdikeve holê:
Dewlet dikare heta çi radeyê bi navê “parastina jiyanê” desthilata xwe bixe nav bedenê kesekî ku bi zanebûn xwarinê red dike?
Û dema ev kes penaberek e, bêparêzer e û di girtîgehê de ye, “razîbûn” çi wateyê dide?
“Pirsgirêka min mirovahî bû”
Cholî dibêje ku ew bi bijîjkên li navendê re jî axiviye:
“Min ji wan re digot: Pirsgirêka min ne tenê ya tenduristiyê ye. Pirsgirêka min a mirovahiyê ye.”
Ji bo wî greva birçîbûnê ne daxwaza mirinê bû. Wî hewl da ku kesek li dengê wî guhdarî bike.
Lê mekanîzmaya dewletê bersiva protestoya wî ne bi azadkirinê û ne jî bi çareserkirina daxwazên wî da.
Bersiv, kontrolkirina bedenê wî bû.
Cholî dibêje:
“Min fêm kir ku eger ez ji bo mirovbûna xwe li ber xwe nedim, ez ê paşê çawa xwe mafdar bibînim?”
Trump û ICE
Siyaseta koçberiyê ya Amerîkayê bi vegera Donald Trump re careke din tundtir bû.
Lê divê cudahiyek were kirin: xwarina bi zorê di navendên ICEyê de bi Trump dest pê nekir. Di dema Joe Biden de jî DHS hewl dabû li dijî grevkarên birçîbûnê prosedurên bi zorê bikar bîne. Lê piştî vegera Trump ev pratîk zêdetir hat rojevê.
Ya ku di serdema Trump de guheriye tenê hejmara operasyonên ICEyê nîne. Koçberî bûye yek ji bingehên siyaseta navxweyî û ya derve ya rêveberiya Amerîkayê.
Di Mijdara 2025an de, li gorî belgeyek ku Reutersê dît, Wezareta Derve ya Amerîkayê ji dîplomatên xwe yên li Ewropa, Kanada û Awistralyayê xwest ku li dijî siyaseta “koçberiya girseyî” lobî bikin û dewletan teşwîq bikin ku siyaseta xwe ya koçberiyê tundtir bikin.
Ewropa jî ber bi rastê ve diçe
Li aliyê din ê Atlantîkê jî koçberî bûye yek ji qadên ku rastgiriya tund li ser xwe mezin dike.
Li Almanyayê AfD, partiya dij-koçber, îro yek ji hêzên mezin ên siyasî ye. Li Brîtanyayê Reform UK siyaseta xwe ya koçberiyê heta pêşniyara bikaranîna hêzên leşkerî li Kanala Manşê radike. Li asta Yekîtiya Ewropayê jî zext ji bo kontrola tundtir a sînoran û vegerandina koçberan zêde dibe.
Têkiliya Trump û rastgiriya Ewropayê jî ji vê dîmenê cuda nîne.
Di 2025an de Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance li Konferansa Ewlekariya Munîhê bi tundî rexne li hikûmetên Ewropayê kir û li ser koçberî û azadiya axaftinê nêzî nêrînên partiyên rastgir rawesta. Wî herwiha bi serokatiya AfD re hevdîtin kir.
Ev wêneyek firehtir ava dike: koçber êdî ne tenê kesên ku sînor derbas dikin in; ew bûne mijara siyasetekê ku li Washington, Berlîn, London, Amsterdam, Roma û Brukselê hilbijartinan, zimanê partiyan û têgihiştina mafan diguherînin.
Mafê penaberiyê
Di pişt hemû van nîqaşên siyasî de pirs hêsan e, lê bersiva wê her ku diçe dijwartir dibe:
Penaber, dema dikeve destê dewletê, xwedî çi mafan e?
Mafê penaberiyê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn wek yek ji bingehên pergala mafên mirovan hat avakirin. Armanc ew bû ku kesek ji ber zext, şer an xetera li ser jiyana xwe neçar bibe welatê xwe terk bike, careke din bêparastin nemîne.
Lê di pratîkê de, li gelek welatan peyva “penaber” her ku diçe ji kategoriya parastinê ber bi kategoriya ewlehiyê ve tê kişandin.
Sînor zêdetir têne leşkerîkirin.
Girtin zêde dibin.
Dersînorkirin bûye pîvaneke serkeftina siyasî.
Û partiyên rastgir hêza xwe ji vê tirsê digirin.
Çîroka Gabar Cholî di vê xalê de ji takekesî derdikeve.
Ew qala pergalekê dike ku dikare navê penaberekî jê bistîne, wî bi hejmarekê binase, di odeyekê de bigire û dema ku ew xwarinê red dike, bi biryara dadgehê boriyek ji pozê wî derbas bike.
Piştî heşt mehan
Di 6ê Çileya 2026an de, Cholî ji Amerîkayê hate dersînorkirin û vegeriya Kanadayê.
Lê derketina ji girtîgehê wateya dawiya pêvajoyê nebû.
Ew dibêje bedenê wî diviya ji nû ve fêrî xwarinê bibe:
“Nêzî mehekê min nikaribû bi awayekî normal xwarin bixwara. Diviya min hêdî hêdî dest pê bikira.”
Gabar got ku pêvajoya xwarina bi zorê ew ji aliyê derûnî ve “şikand”.
Lê dema ku em jê dipirsin ka îro li ser greva birçîbûnê çi difikire, ew berxwedanê romantîze nake.
Berevajî.
“Greva birçîbûnê ne rêbazek e ku ez dixwazim mirovên din jî pê li ber xwe bidin.”
Ew hêvî dike ku kesên din rêyên din bibînin:
“Ez naxwazim tu kes mecbûr bibin ku bi greva birçîbûnê li ber xwe bidin. Hêvî dikim mirov rêyên din bibînin ku dengê xwe bilind bikin.”
Paşê vedigere wê demê:
“Lê min rêyek din nedît.”
Û hevoka dawî dibe ku ji bo têgihiştina vê çîrokê têr bike:
“Kesek dengê min nebihîst.”


