Bi hatina Ehmed el-Şera ya ser kursiya serokkomariyê, li Sûriyeyê ne tenê desthilatdarî guherî; avahiya siyasî ya welêt û hevsengiyên hêzê jî ji nû ve ketin ber nîqaşê. Di nîzama nû ya ku piştî hilweşîna rejîma Baasê dest bi teşegirtinê kiriye de, yek ji mijarên herî girîng ew e ku Kurdên Sûriyeyê, yên ku bi salan saziyên xwe û hêza xwe ya leşkerî ava kirine, dê di vê avahiyê de li ku derê cih bigirin.
Bidawîhatina hebûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wek hêzeke leşkerî ya serbixwe û temamkirina entegrasyona wan di saziyên dewletê de, ji bo Kurdan deriyê serdemeke nû vekir. Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Abdi bi rojnamevan Îrfan Aktan re axivî.
Wî got ku Kurd bi vê pêvajoyê cara yekem bi nasnameya xwe di avakirina dewleta Sûriyeyê de cih digirin. Abdi di hevpeyvînê de pêşeroja pêvajoya entegrasyonê ya bi Şamê re, daxwazên Kurdan yên ji destûra nû û têkiliyên bi Tirkiyeyê re nirxand û tekez kir: “Ne her tişt wek berê ye, ne jî her tişt ji destê me derketiye.”
Çavên Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li we ne; ew pêşketinên li vir bi eleqeyeke mezin dişopînin. Hûn ji bo Kurdan bûn hêviyeke mezin. Di du salên dawî de jî we ezmûneke din jiya: Baas hilweşiya, rejîm guherî û li Rojava pêşketinên berbiçav çêbûn. Pêşî dixwazim vê bipirsim: Li vir pêvajoyeke aştiyê berdewam e. Gelo avakirina aştiyê, bi rastî ji şerkirinê dijwartir e?
Bêguman dijwartir e. Me şer jî kir, niha em pêvajoya aştiyê dimeşînin. Dijwartir e, ji ber ku gelek alî aştiyê naxwazin. Gelek alî ji şer sûd werdigirin. Li Rojhilata Navîn gelek aktorên cuda hene. Ji bo aştiyê têkoşîn, sebir û xebateke mezin pêwîst in.
Kî ne yên ku aştiyê naxwazin?
Yên ku ji şer sûd werdigirin.
Dewletên din in an hêzên navxweyî?
Em dikarin behsa her duyan jî bikin. Li welatên din jî yên ku vê yekê naxwazin hene. Hem li Rojhilata Navîn, hem jî li Sûriyeyê aliyên ku ji aştiyê nerehet in hene. Em vê yekê dibînin. Di aliyê dewletê de jî yên ku aştiyê naxwazin û dixwazin şer bikin hene. Di nav Kurdan de jî yên ku dixwazin şer berdewam bike hene; piraniya wan ne li Sûriyeyê, lê li cihên din in. Ew li ser şer siyasetê dikin û bi vî awayî naxwazin ev pêvajo bi encamê bigihîje.
“Sûriyeyek nû tê avakirin”
Nirxandineke wiha heye: “Gelek derfetên me hebûn, lê hemû ji destê me derketin. Ji wan derfetan tiştek di destê Kurdan de nemaye.” Tu li ser vê nirxandinê çi dibêjî? Ev gotin rast in? Çi di destê we de maye?
Erê, rast e ku guhertinek çêbûye. Di 15 salên dawî de me li vir rewşeke taybet jiya. Ev rewşa taybet li tevahiya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn jî hebû. Şerê li dijî DAIŞê hebû. Hêzên navneteweyî û herêmî li vir bûn. Sûriye di qada navneteweyî de wek dewletekê nedihat qebûlkirin. Me jî li vê herêmê rewşeke taybet pêş xist. Pêşketinên siyasî va yeka pêwîst dikirin. Lê di demên dawî de hin guhertin çêbûn. Rejîma Sûriyeyê guherî û Sûriyeyek nû tê avakirin. Civaka navneteweyî dixwaze rêveberiya heyî ya Sûriyeyê serkeftî bibe. Hemû cîhan piştgiriya yekîtiya Sûriyeyê dike û Sûriyeyeke parçekirî naxwaze. Em jî beşek ji vê tevahiyê ne. Rêveberiya me ya Xweser hebû. Niha di avakirina Sûriyeyê de li pêş hemû pêkhate û gelên welêt pêvajoyeke nû heye. Em wek Kurd beşek ji vê pêvajoyê ne û piştî van 15 salan li ser cihê xwe yê di vê avahiyê de diaxivin. Bê guman berê gelek derfetên ku me bi dest xistibûn û rewşeke me ya taybet hebûn, lê ew niha nema hene.
Ew çi ne?
Berê em di hemû mijaran de biryarder bûn, ji ber ku rewşeke taybet hebû. Şerê li dijî DAIŞê berdewam bû û hêzên koalîsyona navneteweyî li vir bûn. Têkiliyên me bi welatên din re hebûn. Em hem di têkiliyên xwe yên herêmî û navneteweyî de, hem jî di mijarên aborî de serbixwe tevdigeriyan. Me çiqas ji vê yekê sûd wergirt û çiqas ew bi kar anî, ew mijareke din e. Bêguman di van mijaran de gelek rexne li me tên kirin û em wan bi têgihiştinê pêşwazî dikin. Lê îro pêşketineke nû heye. Em jî wek gelên Sûriyeyê di avakirina welêt de cih digirin. Ev ne tê wê wateyê ku her tişt ji destê me derketiye; herwiha ne tê wê wateyê ku her tişt wek berê ye. Ez nirxandinên bi vî rengî rast nabînim. Gotinên wek “Hêzên Kurd teslîm bûn û her tişt radest kirin” jî ne objektîf in. Heke em rewşa xwe ya îro bi ya berî vê pêvajoyê re bidin ber hev, em ê bibînin ku di hin waran de rewşa me çêtir e.
Wek çi?
Îro ciwanên Kurd li herêmên xwe di hêzên parastinê de erkên xwe bi cih tînin. Yên ku ji berê ve li Kobanê û Cizîrê dijîn dizanin ku ev herêm di kontrola kê de ne. Di warên ewlehî, rêveberî û leşkerî de zarokên vê herêmê karên xwe didomînin û di van xebatan de cih digirin. Di dîroka Kurdistana Rojava de qet pêşketineke bi vî rengî çênebûye. Di mijara Kurd de jî dewleta Sûriyeyê cara yekem hebûna Kurdan qebûl dike û hêzên wan wek beşek ji xwe dibîne. Daxwazên me mezintir in. Her çiqas rewş ne di asta ku em dixwazin de be û ne wek serdema Rêveberiya Xweser be jî, gava em bi serdema Baasê re didin ber hev, em di warê zimanê Kurdî de di qonaxeke nû de ne. Her çiqas ev yek hîn giştgîr nebûbe jî, Kurdî wek zimanekî neteweyî û zimanê perwerdeyê tê qebûlkirin. Di vî warî de gav tên avêtin. Nûnerên Kurd bi nasnameya xwe beşdarî saziyên dewletê dibin. Ev hemû pêşketinên nû ne. Ji bo pêşxistina wan, hewldanên me heta bidestxistina hemû mafên xwe berdewam in. Têkoşîna me ya li gorî prensîbên xwe bi xwe jî dê ji bo Kurdan serkeftineke mezin be.
“Kurdên Sûriyeyê alîgirê çareseriya bi aştî û diyalogê ne”
Te niha got ku yên li dijî vê pêvajoyê derdikevin an dibêjin Kurd her tişt radest kirine, Kurdên li derve ne. Gelo Kurdên Rojava ji vê pêvajoyê razî ne?
Niha Kurdên li vir xwedî fikar in û dixwazin pêvajoyê fêm bikin. Em vê yekê bi teqezî dizanin: Ew ne alîgirê şer in. Ew dixwazin pirsgirêk bi aştî û diyalogê bên çareserkirin, ne bi şer. Ji bo wan aramî û îstîqrar girîng in. Hin destkeftî hene û divê bi qasî ku mumkin e bên parastin û ji nû ve avakirin li ser bingeha wan dest pê bike. Divê em jî vê pêvajoyê bi awayekî zelal rave bikin. Ya herî girîng, ji bo naskirina mafên me di Destûra Sûriyeyê de li pêş me pêvajoyeke nû heye. Hin xebat li ser kaxezê hene û em xwezayî dibînin ku gelê me dixwaze wan fêm bike. Divê em jî wan bi zimanekî vekirî û zelal ji gel re rave bikin.
We di şerê li dijî DAIŞê de bi hêzên koalîsyona navneteweyî re hevpeymanî ava kir û gelek dost bi dest xistin. Min li cihên din jî dît û li vir jî dibînim ku dostên we yên berê gelek xelat û nîşan dane we. Çi hat serê wan dostên ku di dema şer de li kêleka we bûn? Têkiliyên we bi wan re hê berdewam in?
Hêzên koalîsyona navneteweyî li vir neman, çûn. Wan berê jî digot ku dê ji vir derkevin. Lê di warê beşdariya pêvajoyên qanûnî û têkiliyên bi pêkhateyên din re, diyaloga me hê berdewam e. Ez dikarim bibêjim ku têkiliyên me bi awayekî didomin. Lê niha nikarim bibêjim ku li ser kaxezê xebateke me heye.

Serokkomarê Fransa Macron li ser peymana we û Şamê mîna garantorekî axivîbû. Bihesibînin ku diyaloga we û Şamê qut bibe an di pêşerojê de di vî warî de pirsgirêk derkevin. Hûn ê vê yekê çawa çareser bikin? Garantorekî vê pêvajoyê heye an hûn ê dîsa ji bo şer amadekariyê bikin? Hûn ê pirsgirêkên mezin ên ku dibe di pêşerojê de derkevin çawa çareser bikin? Tu bawer dikî ku pirsgirêk dê bi rêyên siyasî bên çareserkirin?
Dema me di 29ê Çile de bi Şamê re peyman imze kir, Serokkomar Macron ji vê yekê haydar bû. Me çend caran bi wî re li ser hûrgiliyên peymanê axivî. Di vî warî de kanalên me yên têkiliyê bi Macron re hebûn. Wê demê di derbarê garantoriya wî ya siyasî de zelaliyek hebû. Ev mijar di navbera me de hatibû axaftin û wî jî bi navê welatê xwe gotineke bi vî rengî kiribû. Bê guman ew hê jî bi karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê re eleqedar in û ez bawer im ku bi rayedarên dewleta Sûriyeyê re jî diaxivin. Têkiliyên wan bi me re jî hene. Dewletên din ên ku berê di van pêvajoyan de cih digirtin jî bi vê mijarê re eleqedar in. Di derbarê pêkhateyan de hevpeymaniyek hat avakirin; ew ê eleqeya xwe bi vê mijarê re bidomînin û nêrînên xwe bigihînin me.
Heke di navbera we û Şamê de pirsgirêkên mezin derkevin, hûn ê dê wan çawa çareser bikin?
Me ragihand ku em ê beşdarî pêvajoya entegrasyonê bibin û em bûne beşek ji dewletê. Armanca me ya pêşîn ew e ku em pirsgirêkan di nav xwe de çareser bikin. Em dixwazin biryaran bi hev re bidin. Heta niha me hin pirsgirêkên derketî jî di nav xwe de çareser kirine. Ez çûm Şamê û min hevdîtin pêk anîn. Niha jî hin rayedarên me li Şamê ne. Pêşeroja Sûriyeyê û ya gelê me ji bo me girîng in. Bê guman dewletên ku dixwazin ev peyman were pêkanîn jî hene û ew vê pêvajoyê dişopînin.
“Li her du aliyan îrade heye”
Kesekî ku min li Qamişlo bi wî re axivî, dema behsa cudahiya Şam û Rojava dikir, got: “Em mîna tav û avê ne. Jiyana me ya bi hev re pir dijwar e.” Tu vê yekê çawa dibînî?
Pir dijwar e? Erê, pir dijwar e. Kurdên Sûriyeyê di dîroka xwe de cara yekem dibin beşek ji dewleta Sûriyeyê. Ne dema dewleta Sûriyeyê hat avakirin û ne jî dema Sûriyeyê serxwebûna xwe bi dest xist, em di avahiya dewletê de bûn. Piştî sed salan, Kurd cara yekem di avakirina dewleta Sûriyeyê de cih digirin. Bê guman dijwariyên vê yekê hene. Lê rewş û pêvajoyeke nû derketiye holê. Em jî bi nasnameya xwe tevlî vê dewletê dibin. Di 15 salên dawî de saziyên leşkerî, îdarî û ewlehiyê hatin avakirin. Me hezaran şehîd dan. Em dikarin behsa şerê li dijî DAIŞê û berxwedana gel a salan bikin. Ev rastiyên me ne û em bi van rastiyan tevlî dewleta Sûriyeyê dibin. Em di warê rêxistinbûnê de xurt in. Dewleta Sûriyeyê, li gorî rejîma berê, ji beşdariya pêkhateyan di saziyên dewletê de re vekirî ye. Li her du aliyan îradeya serxistina vê pêvajoyê heye. Dê dijwar be, lê em ê bi ser bikevin.
Di 25ê Tebaxê de we HSD feshkir û entegrasyon temam kir. Pozîsyona te ya nû zelal bû û tu bûyî şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê. Erkê te dê bi rastî çi be? Tu ji vê pozîsyonê razî yî?
Armanca min a sereke ew e ku ez ji bo gelê xwe bixebitim. Min berê jî gotibû ku ez ê xebatên xwe di nav gelê xwe de bidomînim. Ez hê li pişt gotinên xwe me. Çi li Şamê bim, çi li vir, ez ê erkê xwe bi cih bînim û sozên xwe pêk bînim. Pozîsyona min a nû jî beşek ji vî sozî ye. Ev mijar ne bi dewleta Sûriyeyê, lê bi Kurdan ve girêdayî ye. Ez ê li Şamê ji bo parastina mafên gelê Kurd bixebitim û têbikoşim. Min ev erk li ser vî esasî qebûl kir. Em ê bibînin ka erkê xwe di pratîkê de çawa bimeşînin û li vir çawa pêş bikevin. Me hê li ser vê yekê neaxiviye. Em ê di vî warî de hevdîtinên xwe bikin û çarçoveyekê diyar bikin.
“Armanca me ew e ku ji bo Kurdên Sûriyeyê gavên mezintir bavêjin”
Gelo pozîsyona te dê bi demeke diyarkirî ve sînorkirî be? Bo nimûne, tê gotin ku tu ê partiyekê ava bikî û têkoşîna xwe ya siyasî di bin sîwana wê de bidomînî. Plana te çi ye?
Ev her du mijar ji hev cuda ne. Bi bidawîhatina fermî ya hebûna HSDê valahiyek çêbûye. Hin partiyên me yên siyasî hene. Lê kesên ku piştgiriya HSDê dikin û bi wê ve girêdayî ne jî hene. Piştî betalkirina HSDê em nikarin wan bi van partiyan temsîl bikin. Em behsa hezaran şehîdan û piştgiriya sedhezaran mirovan dikin, çi Kurd bin çi Ereb. Ev hêzeke serpartî ye, ne partiyeke siyasî ye. HSDê salan wek hêzeke leşkerî gelê xwe parast. Ev parastin tenê bi cihên ku gelê me lê dijî jî sînorkirî nebû. Ji ber vê yekê valahiyek çêbûye û divê bi awayekî were dagirtin. Navê wê çi be bila bibe, partiyeke siyasî, tevgereke siyasî an xebateke siyasî pêwîst e. Ev dê pêk were jî. Xebata ku em ê li Şamê bidomînin ji bo tevahiya Sûriyeyê ye. Bê guman ez ê ji bo ku gelê Kurd li Sûriyeyê bigihîje cihê ku hêjayî wî ye jî bixebitim. Ji destpêkê ve armanca me yek e: Di pêvajoya pêş de ji bo Kurdên Sûriyeyê gavên mezintir bavêjin. Em ê van gavan bavêjin.
Ez naxwazim her dem vegerim paşê, lê pirseke girîng heye: Heke peymana 29ê Çile tunebûya û we şer bidomanda, dê çi bibûya? Planên hêzên li dijî we çi bûn? Gelo komkujiyeke mezin dê pêk bihata, an tenê dixwestin leşkerên we bitirsînin?
Ez jî naxwazim bikevim hûrgiliyên vê mijarê. Niha em dixwazin balê bidin pêşeroja xwe. Lê dikarim vê bibêjim: Bûyerên berî heft-heşt mehan di nav gelê me de fikareke mezin çêkirin. Gelê me bi pirsgirêka hebûn û nebûnê re rû bi rû ma. Gelek sedemên vê yekê hebûn; faktorên navneteweyî jî di nav wan de bûn. Aktor û hêzên herêmî jî di nav vê mijarê de bûn û armancên wan jî beşek ji wê bûn. Li Sûriyeyê jî hin pirsgirêkên navxweyî hebûn. Bê guman diviya pêşî li vê rewşê bihata girtin. Heke peymana 29ê Çile nehatibûya imzekirin, şer dê bidomiya, xwîna zêdetir birijiya û mirovên me yên zêdetir neçar bimana malên xwe terk bikin. Me ê berxwedana xwe bidomanda û qet dawî li wê neanîba. Lê encama wê ji bo gelê me çêtir nedibû. Ji bo berjewendiya gelê me, gava herî baş gihîştina peymanê bû. Me destkeftiyên gelê xwe parastin. Her çiqas encam bi temamî ne li gorî daxwaza gelê me be jî, çareseriya herî baş a li gorî berjewendiyên wî ev bû. Me li ser vî esasî biryareke dîrokî da û peymaneke bi vî rengî imze kir. Niha jî hewldanên me ji bo domandina peymanê berdewam in.
“Di vê pêvajoyê de têkiliya me bi Îsraîlê re tune ye”
Di medyaya Îsraîlê de jî li ser vê pêvajoyê gelek şîrove tên kirin. Dibêjin Kurd dê “poşman” bibin. Têkiliyên we bi Îsraîlê re çi ne? Tu van şîroveyan çawa dinirxînî?
Em jî van daxuyaniyan dibihîzin. Em nizanin nêrîna Îsraîlê li ser vê mijarê çi ye. Di vê pêvajoyê de têkiliya me bi wan re tune ye. Lê ev mijar bi me û bi gelê Kurd ve girêdayî ye. Divê her kes rêzê li biryara gelê me bigire.
Hin kes dibêjin: “Heke Kurdan bi Îsraîlê re têkiliyên baş ava kiribûna, belkî ev pêvajo bi vî awayî nedomiya û Kurdan rêya vê peymanê hilnebijartibûya. Çima Kurdan peymaneke bi Îsraîlê re hilnebijart?” Tu vê yekê çawa dibînî?
Ez bawer nakim ku mijar bi vî awayî were çareserkirin. Dewlet li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Dewletên mezin ên wek Amerîka, Fransa û Brîtanya di nav vê mijarê de ne. Îsraîl jî bi awayekî beşek ji vê sîstemê ye. Ez bawer nakim ku ev yek ferqeke mezin çêbikira.
“Ev ji bo gelê Kurd firsendek e”
Her kes difikire ku hêzên navneteweyî Rojhilata Navîneke nû ava dikin. Ji ber vê yekê rêxistinên wek Hizbullah û Hamasê hatin tasfiyekirin û şer li dijî Îranê hat destpêkirin. Behsa Haşdî Şebî jî tê kirin. Li gorî te ev proje çi ye û rola Kurdan di wê de çawa tê dîtin? Li ser maseyê çarenûsa Kurdan çawa hatiye nivîsandin?
Ev mijar di çarçoveya Rojhilata Navîn de demeke dirêj e tê axaftin. Di wêjeya siyasî de jî li ser vê mijarê nîqaş hene. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk hene û dibe ku di pêşerojê de şerên nû dest pê bikin. Divê em bibînin ka çi dê biguhere û ev guhertin dê li ser kîjan bingehan pêk bên. Divê em mijarê li gorî wê binirxînin. Di pratîkê de tiştekî bi vî rengî tune ye. Heke rewş biguhere, em ê jî li gorî wê helwesta xwe diyar bikin. Di siyasetê de divê mirov her dem li ser bingeha tiştên ku di pratîkê de diqewimin tevbigere. Dibe ku di pêşerojê de guhertin çêbibin. Girîng ew e ku mirov li gorî wan binirxîne û gav bavêje.
Lê di pratîkê de jî hin tişt diqewimin. Li Tirkiyeyê jî, piştî şerê salên 2016 heta 2024an, PKKê xwe feshkir û pêvajoya aştiyê pêş dikeve. Gelek kes vê yekê wek beşek ji konjonktûra nû ya Rojhilata Navîn dinirxînin.
Ji bo pratîkê dem û zelalî pêwîst in. Bê guman ji bo Kurdan pêşketin û guhertinên nû hene. Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û pêvajoya li Sûriyeyê ya ku Kurd tê de cih digirin, pêşketinên nû ne. Divê em wan rast bixwînin û binirxînin. Ev ji bo gelê Kurd firsendek e. Ji bo vê yekê divê em zêdetir bixebitin û xwe birêxistin bikin da ku Kurd bikaribin ji van firsendên nû sûd werbigirin û ji bo pêşeroja xwe gavên nû bavêjin.
Pirsa min a din li ser Îranê ye. Niha Îran di rewşeke pir nazik de ye, lê li Kurdistana Rojhilat hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdan hene. Hûn piştî 15 salên têkoşînê ji şerekî mezin derketin. Bê guman gelek tişt hene ku hûn dizanin. Pêşniyara te ji bo Kurdên Rojhilat çi ye?
Têkiliyên me bi hêzên siyasî yên Kurdistana Rojhilat re baş in. Di şerê li dijî DAIŞê de hêzên Kurdistana Rojhilat jî hatin piştgiriyê. Wan piştgiriya me kir û gelek şehîd dan. Ez bawer im ku di pêşketinên dawî, ango di şerê Îranê de, rêxistinên siyasî yên Kurdistana Rojhilat biryarên rast dan. Em biryarên wan di cih de dibînin. Şert û daxwazên wan hebûn; ji ber vê yekê biryarên wan rast bûn. Wan yekîtiyek jî ava kir. Em li pişt her biryara ku ew bidin in.
“Divê hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hev re tevbigerin”
Li Kurdistana Başûr jî şert hêdî hêdî diguherin. Mehek berê ez çûm Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê, ji wir jî çûm Qendîlê. Gelê Başûr dibêje ku Bexda zextê li wan zêde dike û dixwaze destkeftiyên Kurdan gav bi gav ji destê wan derxe. Amerîka jî niyeta vekişandina leşkerên xwe heye. Têkiliyên te bi dostên xwe yên Kurdistana Başûr re pir baş in. Tu pêşeroja Başûr çawa dibînî? Di vî warî de fikarên te hene?
Ez naxwazim li ser pêşketinên Kurdistana Başûr zêde biaxivim. Divê partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di têkiliyên bi Bexdayê re siyaseteke hevpar bimeşînin. Em jî vê pirsgirêkê dijîn. Girîng e ku em di têkiliyên bi Şamê re xwedî nêrîneke hevpar bin. Divê hemû hêz û partiyên siyasî yên Kurd piştgiriya peymana ku me bi Şamê re kiriye bikin. Ev nayê wateya parçebûnê. Divê pirsgirêkên Herêma Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin. Li gorî berjewendiyên herêmê, divê hêzên siyasî li Bexdayê helwesteke hevpar nîşan bidin. Cudahiyên di navbera partiyên Kurdistanê de çiqas kûr bin jî, divê ew li hember Bexdayê siyaseteke hevpar bimeşînin. Pêşniyara min ji wan re ev e.
Çûyîna te ya Tirkiyeyê û îhtîmala hevdîtina te ya bi Abdullah Ocalan re li Girava Îmralî gelek tên axaftin. Gelo têkiliyên te yên dîplomatîk bi Tirkiyeyê re hene? Hatina te ya Tirkiyeyê mumkin e?
Me salan bi Tirkiyeyê re pirsgirêk jiyan. Artêşa Tirk axa me kir armanc û li Efrînê û derdorên din ket nav axa me. Heta demeke nêzîk di navbera me de pevçûn hebûn. Ev pevçûn demek e sekinîne. Di navbera me de agirebestek heye. Ev aramî pêşketineke baş e û em dixwazin berdewam bike. Kanalên me yên têkiliyê vekirî ne. Em dixwazin têkiliyên me bi Tirkan re vegerin rewşa xwe ya xwezayî. Em dixwazin ev têkilî li ser bingeha berjewendiyên gelên Sûriyeyê û Tirkiyeyê pêş bikevin. Ji ber vê yekê em amade ne her tiştê pêwîst bikin. Ev hem ji bo me, hem jî ji bo tevahiya Sûriyeyê girîng e.
Li ser peymana 29ê Çile gelek spekulasyon tên kirin. Tê gotin ku Abdullah Ocalan jî di nav vê pêvajoyê de bû. Rola wî çi bû? Gelo roleke wî hebû?
Bê guman roleke wî hebû. Nameyên wî hatin û ji raya giştî re jî hatin ragihandin. Wî xwest ku pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Wî xwest ku pirsgirêk bi şer neyên çareserkirin û li ser vê yekê rawesta. Pêvajoyeke bi aliyê Tirk re berdewam bû û ji ber vê yekê bandoreke wî ya erênî li ser pêvajoyê hebû.
“Divê Kurd di pêvajoya nivîsandina destûrê de cih bigirin”
Destûra nû ya Sûriyeyê dê were nivîsandin. Hûn çi dixwazin? Bernameya Şamê ya ji bo destûra nû çi ye?
Niha bernameyek tune ye. Hîn lijneya amadekirina destûrê nehatiye avakirin.
Gelo Kurd jî dê di vê lijneyê de cih bigirin?
Tê gotin ku dê di demeke kurt de were avakirin. Bê guman divê Kurd jî tê de bin. Nûnerên Kurd di Meclîsa Sûriyeyê de ne û divê di vê lijneyê de jî bên temsîlkirin. Ev yek ji daxwazên me yên girîng e. Ji bo naskirina mafên Kurdan, divê ew di pêvajoya nivîsandina destûrê de cih bigirin. Gelek mijarên têkildarî Kurdan hene. Peymanên 10ê Adar û 29ê Çile jî bi Kurdan ve girêdayî ne. Em dixebitin da ku naveroka van belgeyan di Destûra Sûriyeyê de cih bigire.
Rewşa aborî ya Rojava jî tê meraqkirin. Behsa kêmbûna av û petrolê tê kirin. Hûn ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên Rojava bi Şamê re çawa danûstandinê dikin? Berê hin hilber bi bihayên erzan dihatin belavkirin, lê niha şert guherîne. Ev pirsgirêk dê çawa bên çareserkirin?
Tu rast dibêjî, şert guherîne. Berê destkeftiyên li vir di kontrola me de bûn û mijarên bi vî rengî yên têkildarî gelê me bi awayekî dihatin çareserkirin. Me di warên firîn, nan û veguhastina hemwelatiyan de piştgirî dida û sûda vê yekê hebû. Piştî ku dahatên petrolê radestî dewleta Sûriyeyê hatin kirin, ev piştgirî hat birîn. Piştgiriyên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dihatin dayîn niha hatine birîn. Niha krîzek heye û divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Mijara sereke ya ku divê em bi saziyên dewletê re çareser bikin jî ev e. Heta ku çareseriyeke mayînde were dîtin, divê Rêveberiya Xweser sepandinên xwe yên berê bidomîne. Dîsa jî biryara dawî ya rêveberiya Şamê ye.
“Dixwazim em bi şerê ku me di 15 salên dawî de kir serbilind bin”
Pirsa min a dawî li ser te ye. Tu salan di nav vî şerî de bûyî û kincên leşkerî li xwe dikirî. Niha kincên te sivîl in. Tu hêvîdar î? Nêrîna te çi ye? Çi hîs dikî?
Çardeh sal berê şer li me hat ferzkirin. Wê demê jî min xebatên siyasî dimeşandin. Piştî ku şer li me hat ferzkirin, min pêşî di nava YPGê de, piştre jî di nava HSDê de kincên leşkerî li xwe kirin. Me şerekî dijwar kir. Îro ez ji bidawîhatina şer kêfxweş im. Nûçeyên şehîdan nayên û kes birîndar nabe; ev yek cîhê dilxweşî ye. Sekinîna şer û nehatina nûçeyên şehadetê gelê me dilxweş dikin. Lê ji aliyekî din ve, daxwazên me û yên gelê me hîn nehatine pêkanîn. Me hîn bersiva daxwazên xwe nestandiye. Ji ber vê yekê têkoşîna me didome. Ev yek me xemgîn dike; metirsî jî hîn ji holê ranebûne. Me dixwest vê pêvajoyê bi temamî bi encamê bigihînin. Em ji tiştên ku heta niha kirine poşman nînin. Me gelê xwe parast. Gelek kes dibêjin: “Wê demê çima we ewqas şehîd dan?”
Me Kobanê, Efrîn û herêma Cizîrê parastin. Xwezî me ewqas şehîd nedabûna, lê em di nav şerê hebûn û nebûnê de bûn. DAIŞê dixwest me tune bike. Ez bi bîr tînim ku tevahiya gelê Kobanê penaber bû. Ji bo ku gel bikaribe vegere, şerekî dijwar hat kirin û me hezaran şehîd dan. Bê guman di karên me de kêmasî jî hebûn. Lê şerkirin pêwîst bû. Ez dixwazim em bi şerê ku me di 15 salên dawî de kir serbilind bin. Ez ji bo gelê xwe xebitîm. Îro li pêş me pêvajoyeke nû heye. Bê guman em ji sifirê dest pê nakin. Ezmûnên me hene; xebatên me yên ku em dikarin yên nû li ser wan ava bikin jî hene. Divê em ji xebatên ku em ê li ser vê bingehê pêş bixin hêvîdar bin. Ez bi xwe her ku diçe hêvîdartir dibim. Divê em bi gelê xwe re ji bo her tiştê ku heta niha hatiye avakirin xebatê bidomînin.


